RAPORA BAJARÊN KURDAN – 2 hezar 360 kuştî
Rêxistina Lêborîna Navdewletî bi navê “Kesên Hatine Derkirin û Bêmilkkirin” raporek derbarê qedexeya derketinê û aloziyên li bajarên Bakurê Kurdistanê de belav kir.
Pisporê Rêxistina Lêborîna Navdewletî yê Tirkiyê Andrew Gardner wiha got: “Salek bi ser îlankirina qedexeya derketina derve ve derbas bû. Her diçe ku malbatên warên xwe terkkirine, hêviya vegera wan kêm dibe.”
Andrew Gardner diyar kir ku wî ji bo raporê bi 26 malbatan re hevdîtin kiriye û ew hemû jî dixwazin vegerin mal an jî taxên xwe.
2 hezar 360 kesî canê xwe ji dest dane
Li gorî raporê di heyama operasyonan de jê 368 sivîlên bêçek bi giştî 2 hezar 360 kesî canê xwe ji dest dane.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî bal kişand li ser rewş û mafên kesên ku ji cihên xwe hatine derkirin û bang li Tirkiyê kir da ku ji bo vegera wan erka xwe bicî bike.
Operasyonên xendeqan
Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) li çend navçeyên Amed, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê xendeq kolandibûn û piştre li wan herêma qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û şervanên YPSê de şerî dest pê kiribû.
Bajarên şerê xendeqan li qewimî ev in:
Navçeyên Amedê: Sûr, Licê, Hênê, Hazro, Farqîn, Dicle, Bismil, Baglar, Kayapinar, Yenişehir û Karaz
Navçeyên Mêrdînê: Kerboran û Dêrika Çiyayê Mazî
Navçeyên Şirnex: Navenda bajêr, Silopî, Cizîr û Hezex
Herwiha li navçeya Gimgim (Varto) a Mûşê û navçeya Hezo ya Êlihê jî xendeq hatibûn kolandin.
Rudaw
