• Monday, 23 February 2026
logo

Parlamenterek: Êdî kuştina xelkê Kurdistanê di nav sînorê cîhên PKKê de dibe diyardeyek

Gulan Media December 6, 2016 Nûçe
Parlamenterek: Êdî kuştina xelkê Kurdistanê di nav sînorê cîhên PKKê de dibe diyardeyek
Parlamenterekî Kurdistanê amaje bi vê dike ku, ji ber siyaseta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê bi sedan gund û bajar û bajarokên herêma Kurdistanê avadankirina wan nayê destpê kirin û metirsî li ser wan e.

Cîgirê serokê lijneya asayîş û navxweyiya parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çend roj berî naha, ciwanek bi navê Beroj Remezan li navçeya Guzê ya ser bi bajarê Amêdiyê ji aliyê PKKê ve hate kuştin, naha jî dest bi siyasetekî xelet û metirs kirine.’’herwaha got: ‘’Demekî dûr û dirêje PKKê dest daye siyasetekî metirsîdar li Kurdistana başûr kiriye û bûye sedem ku bi sedan gundên Kurdistanê neyên ava kirin. nabe xelkê me bibe qurbana milmilaneya PKKê û Tirkiyê de zerer bibînin. Ji ber gelek car xelkê sivîl ji aliyê PKKê ve hatine kuştin û wa lê hatiye ku xelkê li sînorê PKKê kuştina wan bûye diyardeyek.’’

Ew parlamenterê Kurdistanê di daxuyaniya ji BasNewsê re aşkera kir: ‘’Ji ber milmilaneya PKKê û Tirkiyê, sedan gund ji avabûnê bê beş mane, xelk nikare rez û baxên xwe û çandiniya xwe bike, herwaha ya herî metirsîdar ew e ku naha xelkê sivîl dibe qurbana siyaseta PKKê, ji bo vê jî em daxwaz dikin rêveber û berpirsên PKKê ji dadgeha Kurdistana başûr re bên rapêç kirin, gelo ma ka mafê mirov li kûderê ye? Ev çend care xelkê bê tewan û bi awayekî neheq dikûjin.’’

Basnews
Top