Li Minbicê cebilxaneya Artêşa Azad hat teqandin
Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya eniya rojavayê Minbicê diyar kir ku wan cebilxaneya Artêşa Azad a ku Tirkiye piştevaniya wan dike ya li gundê Cib El-Dem ê ku 30 Km dikeve rojavayê Minbicê teqandine.
Hat ragihandin ku piştî teqînê li herêmê dûxaneke reş bilind bû û di navbera çekdarên Artêşa Azad û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de şer derket û şer hêj didom e.
