• Monday, 23 February 2026
logo

DBP serxweşî ji Barzanî re xwest

Gulan Media December 6, 2016 Nûçe
DBP serxweşî ji Barzanî re xwest
Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ji ber koça dawî ya Eqlîme Barzanî, xwişka Serokê Herêma Kurdistanê, sersaxî ji Mesûd Barzanî û malbata wî re xwest.

Duh duşemî 3ê Kanûna 2016ê, Eqlîma Barzanî ya 83 salî xwîşka mezin a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji ber nexweşiyê li nexweşxaneya Jîn a Hewlêrê koça dawî kir.

DBPê di nameyekê bo Rûdawê re ragihand ku ew boneya wefatkirina Eqlîma Barzanî ya xwîşka Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sersaxî ji malbata Barzanî re dixwazin.

DBPê de di nameya xwe ya sersaxî de ragihîne: “Birêz Mesûd Barzanî em weke Partiya Heremên Demokratîk ji bona koça dawî ya xwşîka we ya mezin Eqlîma Barzanî hevxemiya xwe pêşkêş dikin, hêvî dikin ku cihê wê biheşt be û giyana wê li wê dine şad be.”

DBPê di nameya sersaxiya xwe de tine ziman ku, di kesayetiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ew ji malbata Barzanî û hemû gelê kurd re sersaxî dixwazin.

Nameya partiya DBPê ji aliyê navenda gelemperiya partiyê ve hatibû nivîsandin û bo Rûdawê hatibû şandin.

Rudaw
Top