• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir

Gulan Media December 5, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir
Roja dûşem 05.12.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ferîqê Yekem Osman Elî Ferhud El Xanimî Serok Erkanê Artêşa Iraqê û şandeke li gel kir ku ji birêz Ferîq Rukin Enwer Hemed Emîn Fermandeyê Hêzên Asmaniya Iraqê, Ferîq Rukin Endulemîr Yarella Cîgirê Serok Erkanê Artêşa Iraqê yê operasyonan û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê operasyona hevbeş û Lîwa Rukin Se'ed El Ellaq Birêvebirê Hewalgiriya Serbazî pêkhatibûn.

Li civînê de naverokên proseya azadkirina Musilê xistin berbehs û guftûgoyan û pesna serkeftinên hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê kirin.

Her li vê civînê de hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ya li proseya azadkirina Musilê da bilind nirxandin û tekez li ser berdewamiya wê hemahengiyê kirin.
Top