• Monday, 23 February 2026
logo

Serokwezîrê Îtalyayê dest ji kar kişand

Gulan Media December 5, 2016 Nûçe
Serokwezîrê Îtalyayê dest ji kar kişand
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îtalya Matteo Renzî ewê îro civîneke li Lijneya Wezîran lidar bixe û dê dest ji kar berdana xwe pêşkeşî Serokomarê Îtalyayê bike.

Duh li Îtalyayê referandûma wî welatî ya ku tê de dê çarenûsa pêgeha Îtalyayê di nava Yekitiya Ewropayê û çarenûsa serokwezîrê welatî Matteo Renzi û bê diyarkirin birêvê çû.

Serokwezîrê Îtalya Matteo Renzi piştî di encamê de piraniya dengan “na” derket, ragihand ew dê dest pewira xwe bederde.

Matteo Renzi got ew berpirsiyariya wê şikistinê qebûl dike û dê îro civata wezîran kom bike û dê dest ji kar berdana xwe pêşkêş bike.

Li gorî encama dengdana referandûm hejmara senatorên Italyayê kêm dibe.

Rudaw
Top