• Monday, 23 February 2026
logo

Li Başîkê jiyan vegeriya ser rewşa xwe ya normal

Gulan Media December 5, 2016 Nûçe
Li Başîkê jiyan vegeriya ser rewşa xwe ya normal
Rêveberê çandiniyê li Başîk û Behzanê diyar kir, piştî ku Pêşmergeyên Kurdistanê Başîk û Behzan rizgar kirin, aramî li herêmê avabûye û bi dehan hemwelatiyan di nav Başîk û Behzanê de dest bi karê firotina zeytûnên xwe kirine.
Rêveberê çandiniyê li Başîk û Behzanê Silêman Omer diyar kir ku Bi dehan cotkarên zeytûnan dest bi karên xwe yên jê kirin û firotinê kirine, herwaha di navenda Başîk û Behzanê de kargehên xwe yên çêkirina turşî û zeytûnan de kar dikin, ji ber jiyana bêhtir ji xelkê li Başîkê li ser zeytûnan e û naha cotkarên zeytûnan vedigerin deverên xwe. Hin ji wan jî dest bi firotina zeytûnên xwe dikin, lê em xelkê dixwazin hişyar bikin li hember bombeyên terorîstên DIŞIê.
Herwaha got; Berhemên zeytûnan li Başîkê salane digehe bêhtir ji 600 tonan û bêhtir ji parêzgehên Iraqê û Kurdistanê re hatine rêkirin. Her yek dara zeytûnê 40 heta 50 kîlo zeytûnan berhem tîne.

Top