ENKS: PYD dixwaze şerê birakujiyê derxe
Sekreterê ENKSê, Îbrahîm Biro îro ji bo BasNewsê ragehand ku:” PYD, tenê çek di destê xwe de hene û divê ENKSê jî bikêşe nav şerê birakujî de û ji bo vê yekê jî her rojê pirsgirêkan çêdike û çend xelkê jî bikujin, xema wan nîne.”
Wî berpirsî herwaha aşkere kir ku PYD dizanî ku ENKS çalakiyên medenî dike û xwepêşandanên aştiyane dikin û got her demekê ku em serdana welatên dereve wek Amerîka û Rûsiya û welatên din dikin û hevdîtinê li gel wan pêk tînin û em behsa kiryarê PYD dikin bandorê li ser wan dike ji bo wê jî dema ku em dixwazin xwepêşandanê bikin PYD rêgir dibe.”
Biro herwaha ev yeke jî bo malpera PDKê ragehand ku:” Di dema ku termê şehîdeke pêşmerge diçe rojava ji aliyê hezaran kes ve tê pêşwazîkirin û ji bo merasimê wan 100 kes jî naçin û ew bi vê yekê têk diçin û rêgir dibin ji bo karê me.”
Di dawiyê de serokê ENKSê ragehand ku:”Niha PYD hemû hewlên xwe dide ku me bikêşe şerê birakujiyê û lê belê em hêvîdarin negehne rojekê ku şerê birakujiyê çêbe.”
Basnews
