‘YNK, Goran û Komel dest ji meaşên pêşmerge berdan’
Rênas Cano ji Rûdawê re got; “Partiyên Kurdistanî daxwaz dikirin, ku meaşê 100 hezar pêşmergeyan di proje yasaya bûdceya Iraqê de bê bicîhkirin. Di proje yasaya 2017ê ya Hêzên Bejayî ya Iraqê de, para Hêzên Pêşmerge weke ji sedî 12 hate diyarkirin ku aliyên Iraqî dixwestin bibe ji sedî 17. Lê ev jî dike meaşê 18 hezar pêşmergeyan.”
Parlamenterê PDKê daxuyand; “Weke freaksiyona PDKê me xwe ji rûniştinên parlamentoyê vekişand. Lê freaksiyonên YNK, Goran û Komela Îslamî ku beriya niha digotin xelk pişta me ye, eşkere bû ku ti kes ne pişta wan e. Lewma dest ji meaşê pêşmergeyan berdan. Rêkeftina wan li gel aliyên din heye û ji bo wan mijara petrolê ji mijara meşaên pêşmergeyan giringtir e.”
Hevdem Cîgirê Serokê Koma YNKê Ebdulezîz Hesen jî ji Rûdawê re got; “Di bûdceyê de ji pêşmerge re ti parek nehatiye terxankirin û Hevpeymaniya Nîştîmanî ya şîeyan red kirine, ku ji bo Hêzên Pêşmerge pere bê diyarkirin.”
Parlamentoya Iraqê di rûniştina 4ê Kanûna 2016ê de li ser bûdceya sala nû dengdan kir û 50 xal hatine pesendkirin. Koma PDKê û hinek parlamenterên din xwe ji rûniştinan vekişandin. Biryare îro parlamento ji bo pesendikirina xalên din bicive.
Proje yasaya bûdceya Iraqê ya sala 2017ê wiha ye:
- Budceya Iraqê ya sala 2017ê, 79 tirilyon û 11 milyar û 421 milyon dînar e.
Nirxê bermîlekê petrolê di proje yasaya budceyê de weke 42 dolar hatiye diyarkirin.
- Li gorî prroje yasaya budceya 2017ê, Iraq dê rojane 3 milyon û 750 hezar bermîl petrolê hinarde bike û di nav vê yekê de 250 hezar bermîl ji Herêma Kurdistanê û 300 hezar bermîl jî ji petrola Kerkûkê bê hinardekirin.
- Di proje yasayê de nirxê 100 dolarê amerîkî bi 118 hezar û 200 dînarê iraqî hatiye diyarkirin.
Rudaw
