Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriye kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û Iraq û Sûriye û pêşhatên siyasiyên dawî û hevkêşeyên nû yên li asta navçeyî û navdewletî de hate nirxandin.
Her wiha ronahî xistin li ser rewşa bajarê Helebê bi taybetî rewşa miroviya xerab ya li wî bajarî.
Li beşekî dinê civînê de behsa operasyona azadkirina Musil û serkeftinên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li beranber terorîstan kirin û behsa hewla Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li parastina pêkhatên neteweyî û oliyên parêzgeha Nînowa kirin.
Her li vê civînê de şanda mîhvan ji bo wan hevkariyên li warên cûda cûda de pêşkêşî gelê Sûriye kiriye spasî Serok Barzanî kirin û her bi vê helkeftê jî diyariya rêzlênana gelê Sûriye pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
