Gerîllayên PKKê ciwanekî sînorê Amediyê kuştin
Duh êvari 03.12.2016ê pênc hemwelatiyên gundê Gîzê ya sînorê Amediyê bi armanca nêçîrê çûne navçeyên gundê Sêgirê.
Gerîllayên PKKê gule berdane wan pênc hemwelatiyane û di encamê de ciwanek bi navê Remezan Ebdal jiyana xwe ji dest daye, sê hemwelatiyên din jî bê serşûmin û hemwelatiyekê jî xwe veşartiye û piştre vegeriya ye gundê xwe.
Heta naha sedem û çawaniya kuştina wî ciwanî ji aliyê gerîllayên PKKê ve nehatiye aşkera kirin.
PKKê li sînorê Amediyê û Balinde ya parêzgeha Duhokê dest li ser 75 gundan de girtiye û hemwelatiyên wan gundane jî berdewam daxwaz li PKKê dikin ji gundan vekêşin, ji ber bûne hêvinê metirsiya giyana hemwelatiyan.
Basnews
