Di civînê de peyama serok Barzanî bi erênî hat weisf kirin
Di civînekê de, Stewart, hevahengî û têkeliyên navbera Hewlêr û Londonê, hewil û xebatên xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşwazîkirin, hewanidin û alîkarîkirina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê berî û yên piştî operasyona azadkirina Mûsilê bilind nirxandin û hêvî xwest ku civaka navdewletî zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî dê vê rewşê de ku Herêma Kurdistanê di kirîzeke êkonomî de derbas dibe.
Li dor rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê, her du aliyan peyama serokê Kurdistanê ji bo çareseriya kirîza siyasiya navxwe bi însyatîveke pozetîv wesif kir û piştevaniya Birîtaniyayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir.
Nêçîrvan Barzanî, alîkariyên berdwam yên Birîtaniyayê di warê mirovî û leşkerî de ji bo Herêma Kurdistanê her ji destpêka êrîşên DAÎŞê bo ser Kurdistanê bilind nirxandin û got ku Birîtaniya beşek giring ya hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAÎŞê ye.
Barzanî tekîd kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkên bi Bexdayê re bi danûstandin û diyalogê çareser bike bi awayekî ku formoleke nû bê dîtin ku paşeroja pêkvejiyanê li Îraqê biparêze û bawerî di navbera pêkhateyên cuda de çê bike.
