Şandeke pilebilind a Kurdistanê li Amerîka ye
Di vê serdanê de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên jî bi Mesrûr Barzanî re ye.
Mesrûr Barzanî di vê serdana dîplomasî de dixwaze li herema welatên cîhanê xebat û qurbanîdana Pêşmerge ligel xebata dîpolmasî ya guncaw de, careke din pirsa pêşeroja Herêma Kurdistanê li navçeyê gotûbêj bike.
Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dixwaze ligel îdareya niha û ya dahatûya Amerîka behsa pêşeroja Kurdistan û Pêşmerge bike, bi taybet ku çendîn car e Amerîka Kurd bi dostê xwe yê nêzîk dizane û piştevanî û hevkariya berdewam ya Pêşmerge li dijî DAIŞê dike.
Herwiha ev hevkarî û piştevanî, ji aliyê çendîn endamên tîma Trump jî hatiye tekezîkirin. Herwiha Mesrûr Barzanî, bi niyaz e li çendîn semînar û civînan li navendên hizrî yên Amerîka beşdar bibe û Herêma Kurdistanê zêdetir bide nasîn.
Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaneke taybet bo K24ê de ragihand, ku armanc ji serdana wan bo Waşington ew e, ku spasiya îdareya nû ya hikûmeta Amerîka bikin, ku ew alîkariya Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dikin. Herwih em dixwazin ji siyaseta îdariya nû têbigihên û digel wan nêrînên xwe gotûbêj bikin, lê ew hîn dest bi kar nekirine, ji bo wê yekê niha bi fermî siyaseta xwe aşkere bikin…
Basnews
