Fermandeyekî Pêşmerge: Sala bê êdî cihê PKK û DAIŞê li Şingalê namîne
Fermandeyê Pêşmerge li devera Şingalê, Qasim Dirbo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, rast e çend gund û wargehên Şingalê di destê DAIŞê de mane lê misoger ew dever dê bên azadkirin.
Qasim Dirbo derheqê hebûna hêzên PKKê li devera Şingalê jî gotiye, bila PKK ji Şingalê derkeve çimkî sala nû dê cihê PKK û DAIŞê li Şingalê nemîne. Pêşmerge dê tevahiya deverê bixe bin kontrola xwe.
Heta niha gelek caran rayedarên Şingalê, çi siyasî çi serbazî û çi sivîl ji PKKê xwastine Şingalê vala bike lê PKK guh nade ti kesî.
Basnews
