• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Karubarê Pêşxistina Navdewletiya Brîtanya kir

Gulan Media December 4, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Karubarê Pêşxistina Navdewletiya Brîtanya kir
Roja şemî 03.12.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Rory Stewart Wezîrê Dewletê yê Karubarê Pêşxistina Navdewletiya Brîtanya û şandekî li gel kir ku ji Frank Beykir Balyoz û hejmarek ji berpirs û Şêwirmendên Balyozxaneya Brîtanya li Iraqê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de, Wezîrê Dewletê yê Karubarê Pêşxistina Navdewletiya Brîtanya, pesnê Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ya wan serkeftinên li şerê dijî terorê de bi dest aniye kir. Her wiha parastina lêborînî û pêkvejiyanê û hevkarîkirina xelkê koçber, ku li encama şer hatine Herêma Kurdistanê kir û ji bo jiyana wan bûye baştirîn penageha hêminî û aramiyê.

Li beşeke dinê hevdîtinê de, behsa hengavên piştî azadkirina navçeyên bin desthilata Da'îş li Mûsil û dewrûbera wê kirin, bi taybetî li ruyê hevkarî kirina koçberan û proseya avadankirin û pêşxistina şiyanên mirovan li wan navçeyan da.

Her li vê civînê de şanda Brîtanya Serok Barzanî ji siyaset û nêrîna Brîtanya ya di derbarê paşaroja Mûsil û qonaxa piştî Da'îş û dabînkirina aramiyê li parêzgeha Nînowa agahdar kir û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku nêrîn û pêşniyarên xwe yên li vî derbarî de bixe rû.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî balkişandina bi pêwîstiya dilniyakirina pêkhatên parêzgeha Nînowa ji paşaroj û çarenûsa wan, siyaseta Herêma Kurdistanê ya li ser qonaxa piştî Da'îş ji bo şanda mîhvan şîrove kir.

Top