Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Karubarê Pêşxistina Navdewletiya Brîtanya kir
Li hevdîtinê de, Wezîrê Dewletê yê Karubarê Pêşxistina Navdewletiya Brîtanya, pesnê Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ya wan serkeftinên li şerê dijî terorê de bi dest aniye kir. Her wiha parastina lêborînî û pêkvejiyanê û hevkarîkirina xelkê koçber, ku li encama şer hatine Herêma Kurdistanê kir û ji bo jiyana wan bûye baştirîn penageha hêminî û aramiyê.
Li beşeke dinê hevdîtinê de, behsa hengavên piştî azadkirina navçeyên bin desthilata Da'îş li Mûsil û dewrûbera wê kirin, bi taybetî li ruyê hevkarî kirina koçberan û proseya avadankirin û pêşxistina şiyanên mirovan li wan navçeyan da.
Her li vê civînê de şanda Brîtanya Serok Barzanî ji siyaset û nêrîna Brîtanya ya di derbarê paşaroja Mûsil û qonaxa piştî Da'îş û dabînkirina aramiyê li parêzgeha Nînowa agahdar kir û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku nêrîn û pêşniyarên xwe yên li vî derbarî de bixe rû.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî balkişandina bi pêwîstiya dilniyakirina pêkhatên parêzgeha Nînowa ji paşaroj û çarenûsa wan, siyaseta Herêma Kurdistanê ya li ser qonaxa piştî Da'îş ji bo şanda mîhvan şîrove kir.
