• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serok Obama yê Hevpeymaniya Şerê Dijî Da'îş kir

Gulan Media December 4, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serok Obama yê Hevpeymaniya Şerê Dijî Da'îş kir
Roja şemî 03.12.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Taybetî yê Serok Obama yê Hevpeymaniya Şerê Dijî Da'îş û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatibû.

Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serok Obama yê Hevpeymaniya Şerê Dijî Da'îş, spas û pêzanînên Amerîkayê ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmerge û serkirdayetîkirina şer û destpêşxeriyên Serok Barzanî dûpat kir û ji bo serkirdayetîkirina şerê têkşikandina terorîstên Da'îş destxweşiyê li Serok Barzanî kir û pîrozbahiya serkeftinên vê dawiyê yên Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê kir.

Her li vê hevdîtinê de behsa berev pêşveçûnên operasyona azadkirina Musilê kirin û rewşa meydanî ya bereyên şerê terorîstan li parêzgeha Nînowa nirxandin û Nûnerê Serok Obama xweşhaliya xwe bi wê hemahengî û hevkariya bi hêz ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê xisterû ku li çarçêweya operasyona azadkirina Musilê da pêkhatiye û ragihand ku eve berhema pêşniyar û nêrînên Serok Barzanî bûye û ji bo wê yekê jî bûye hewêna serkeftina operasyonê.

Li beşekî dinê hevdîtinê de ronahî xiste li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê û tekez li ser hemahengî û şêwirîna berdewamiya her dû aliyan kirin.

Top