• Monday, 23 February 2026
logo

Li Rihayê 4 kes hatin kuştin

Gulan Media December 4, 2016 Nûçe
Li Rihayê 4 kes hatin kuştin
Li navçeya Wêranşara Rihayê polîsan tevgera tatbet bi ser malekê de operasyon kir û di encamê de jê 2 jin 4 kes hatin kuştin.

Hêzên polîsên taybet li taxa Demirci ya navçeya Wêranşarê duh bi îşev li bi ser malekê de girt.

Li gor îdiayan di dema operasyonên de di navbera kesên di hundirê avahiyê de û polîsan pevçûn derket.

Di encama pevçûnê de de jê 2 jin 4 kesan canê xwe ji dest dan.

Parêzgeriya Rihayê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û îdia kir ku ew kesên di encama operasyonên de cane xwe ji dest dane qedroyên PKKê yên çiyê bûn.

Rudaw
Top