Nûrî Malikî: Heyder Ebadî li hember Herêma Kurdistanê lawaz e!
Nûrî Malikî, ji rojnameya amerîkî ya Wall Street Journal re axiviye û derheqê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de dilê xwe vala kiriye.
Malikî destpêkê gotiye, ti hewl û xebateke min bo ku cardin bibim serokwezîr tine lê serokwezîr Heyder Ebadî jî pir lawaz e û divê piştî şerê Mûsilê ji kar were dûrxistin.
Serokwezîrê berê yê Iraqê, ku 8 salan serokwezîrê Iraqê bû û tê gotin ku di heyama serokwezîriya wî de gendeliyên mezin hatine kirin û DAIŞê êrişî Iraqê kir, gotiye, Heyder Ebadî li Herêma Kurdistanê û alîgirên Muqteda Sedir pir lawaz e ji ber wê jî divê ji kar were dûrxistin û li şûna wî yekî bihêz were danîn.
Basnews
