• Monday, 23 February 2026
logo

Nûrî Malikî: Heyder Ebadî li hember Herêma Kurdistanê lawaz e!

Gulan Media December 4, 2016 Nûçe
Nûrî Malikî: Heyder Ebadî li hember Herêma Kurdistanê lawaz e!
Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî dibêje, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li hember Herêma Kurdistanê lawaz e!

Nûrî Malikî, ji rojnameya amerîkî ya Wall Street Journal re axiviye û derheqê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de dilê xwe vala kiriye.


Malikî destpêkê gotiye, ti hewl û xebateke min bo ku cardin bibim serokwezîr tine lê serokwezîr Heyder Ebadî jî pir lawaz e û divê piştî şerê Mûsilê ji kar were dûrxistin.


Serokwezîrê berê yê Iraqê, ku 8 salan serokwezîrê Iraqê bû û tê gotin ku di heyama serokwezîriya wî de gendeliyên mezin hatine kirin û DAIŞê êrişî Iraqê kir, gotiye, Heyder Ebadî li Herêma Kurdistanê û alîgirên Muqteda Sedir pir lawaz e ji ber wê jî divê ji kar were dûrxistin û li şûna wî yekî bihêz were danîn.

Basnews
Top