• Monday, 23 February 2026
logo

Cîgirê Serokê Hilbijartiyê Amerîka peywendiyê bi Serok Barzanî kir

Gulan Media December 4, 2016 Nûçe
Cîgirê Serokê Hilbijartiyê Amerîka peywendiyê bi Serok Barzanî kir
Êvariya roja în 02.12.2016 birêz Michael Richard "Mike" Pence Cîgirê Serokê Hilbijartiyê Amerîka li rêya telefonê peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Hilbijartiyê Amerîka ji bilî balkişandina wê yekê ku berê jî serdana Herêma Kurdistanê kiriye, pêzanînên xwe ji bo xebata gelê Kurdistanê û qurbanîdana hêzên Pêşmerge hebû û pesnê rola Pêşmerge ya li têkşikandina terorîstan kir û tekez li wê yekê jî kir ku Serokê Hilbijartî û ew bi xwe û welatê wan û îdareya nû ya Amerîka palpiştê gelê Kurdistanê û Pêşmergene û li piştevanîkirinê de berdewam dibin.

Li beranber da Serok Barzanî ji bo serkeftina wan ya li hilbijartinên Amerîkayê de pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok û Cîgirê Serokê Hilbijartiyê Amerîka kir û spasî helwesta Serokê Hilbijartiyê Amerîka kir ku li helmeta hilbijartinê da palpiştiya xwe ji bo gelê Kurdistanê ragihandiye. Serok Barzanî eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê tûşî zulm û êşeke mezin hatiye û hêviyê jî xwest ku Amerîka û îdareya nû piştevanê doza rewa ya gelê Kurdistanê bin.

Her li vê peywendiyê da her dû alî tekez li ser berfirehtirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê kirin.

Top