Barzanî û McGurk qonaxa piştî azadkirina Mûsilê nirxand
McGurk, di civînê de, kêfxweşiya xwe li hember serdan û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê diyar kir û behsa pêşkeftinên meydanî yên cenga dijî terorîstên DAÎŞ li Mûsil û derdûra wê kir û diyar kir ku di wî şerî de pêşmerge karî serketinên mezin û baş li dijî DAÎŞê tomar bike û di vê çarçoveyê de hevkarî û hevahengiya navbera pşmerge, arteşa Îraq û hevpeymaniya navdewletî bilind nirxand.
Nûnerê serokê Obama di berdewamiya axavtina xwe de tekîd li ser berdewamiya têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina tev pirsgirêkên hilawîstiyên navbera her du aliyan de kir û got ku girinege ew têkeliyî ji bona amadekirina pilaneke berfireh a siyasî û amnî ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê berdewam be. Amerîka dê li ser xebatên xwe yên ji bona binbirkirina DAÎŞê berdewam be û di vê çarçoveyê de rola herêma Kurdistanê berê û niha di her du warên leşkerî û mirovî de bilind dinirxînin.
Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de şandeya mêvan dilrehet kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be ku bi rêya diyalog û danûstandinan hemû pirsgirêkan bi Bexdayê re çareser bike û xebatên wan jî digel arteşa Îraqê û hêzên hevpeymanan heta Îraq ji terorîstan bê paqij kirin û dever aram û tena bibe berdewam dibe.
Serokwezîr got ku pêwîste ji bona diruskirina baweriyê di navbera hemû pêkhateyên cudayên deşta Neynewayê de, bi taybetî di navbera êzidî û mesîhiyan de, bawerî çê bibe daku bikaribin bo ser mal û milkên xwe vegerin.
