• Monday, 23 February 2026
logo

Tevgera Şoreşgerên Araratê şewitandina alaya Kurdistanê ji aliyê PYDê ve şermezar kir

Gulan Media December 4, 2016 Nûçe
Tevgera Şoreşgerên Araratê şewitandina alaya Kurdistanê ji aliyê PYDê ve şermezar kir
Tevgera Şoreşgerên Araratê, êrişa asayiş û alîgirên PYDê li hember ENKSê û şewitandina alaya Kurdistanê, şermezar kir.

Tevgera Şoreşgerên Araratê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Duh êvarê çekdar û alîgirên PYD /PKKê bi awayeke hovane li Qamişlo êrîşî xwepêşandana ENKSê kirin û herwiha êrişî baregeha ENKSê li bajêrê Amûdê kirin û Ala Kurdistanê li ser avahiya baregehê anîn xwarê û şewitandin.”

Wê tevgerê wiha domand: “Em êrîşa çekdarên PYD/PKKê ser xelkê sivîl bi tundî mEhkûm û şermezar dikin û bang li hemû Kurdan, ên li Kurdistanê û yên li seranserên cîhanê dikin ku li hemberî vê heqaretê dengên xwe bilind bikin û zextê deynin ser siyaseta PYDê.”

Duh li bajarên Qamişlo û Amûdê yên Kurdistana Rojava, alîgir û endamên ENKSê her wiha ofîsên partiyên Rojava yên endamên ENKSê rastî êrişa asayiş û endamên PYDê hatibû.

Li bajarê Amûdê alaya Kurdistanê hatibû şewitandin û li Qamişlo jî gelek endamên ENKSê birîndar bibûn.

basnews
Top