Tevgera Şoreşgerên Araratê şewitandina alaya Kurdistanê ji aliyê PYDê ve şermezar kir
Tevgera Şoreşgerên Araratê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Duh êvarê çekdar û alîgirên PYD /PKKê bi awayeke hovane li Qamişlo êrîşî xwepêşandana ENKSê kirin û herwiha êrişî baregeha ENKSê li bajêrê Amûdê kirin û Ala Kurdistanê li ser avahiya baregehê anîn xwarê û şewitandin.”
Wê tevgerê wiha domand: “Em êrîşa çekdarên PYD/PKKê ser xelkê sivîl bi tundî mEhkûm û şermezar dikin û bang li hemû Kurdan, ên li Kurdistanê û yên li seranserên cîhanê dikin ku li hemberî vê heqaretê dengên xwe bilind bikin û zextê deynin ser siyaseta PYDê.”
Duh li bajarên Qamişlo û Amûdê yên Kurdistana Rojava, alîgir û endamên ENKSê her wiha ofîsên partiyên Rojava yên endamên ENKSê rastî êrişa asayiş û endamên PYDê hatibû.
Li bajarê Amûdê alaya Kurdistanê hatibû şewitandin û li Qamişlo jî gelek endamên ENKSê birîndar bibûn.
basnews
