AKPê pêşinyara guhertina destûrê rêdike parlamentoyê
Serokwezîrê Tirkiyê û serokê AKPê Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ragihandin ku wan, li ser pêşnûmeyeke ku dê pergal û makezagona Tirkiyeyê diguhêre lihev kirine. Reyadarên Partiya Komarî ya Gel CHPê nerazîbûna xwe ji bo guhartina pergalê ragihandin û anîn ziman ku bi wan guhartinan hemû hêz dikeve destê kesekî.
Huqûqnas jî, li gor nêhêrînên xwe yên siyasî, fikrên cuda li ser wê pêşnûmeyê radigihînin.
Hûqûqnas û Serokê Bajarê Diyarbekirê yê AKPê Mîhemed Dara Akar bo Kurdîstan24 dîyar kîr ku, rexneyên opozîsyonê, bê wate ne, ji ber ku Makezagona heyî ya kutekaran e, pêwistî bi guhartina wê hebû bi makezagoneke sîvîl û demokratîk re. Akar diyar kir ku ew jî wek AKPARTÎ bi van guhartinan hewla Makezagoneke reformist û demokratîk didin.
"Tirkiye lazime ji vê makezagonê xilas bibuya, ew pêvajo jî destpê kiriye. Di dawiya vê pêvojoyê de jî dê pergal jî bê guhartin. Demokrasi û reformên hûqûqê jî dê bên bicîh kirin û Tirkiye jî dê her ber bi pêşve biçe."
Partiyên ku opoziyona wê pêşnûmeyê dikin jî dibêjin, ji ber ku ji tayîn kirina rektorên zaningehan heta derxistina biryarnameyan û tayîn kirina endamên dadwerî û dozgerî hemû hêz di destê kesekî de kom dibe û ev tişt jî dê rêyên demokrasiyê bigre û qels bike.
Hûqûqnas û Serokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê yê Bajarê Diyarbekirê Cebbar Leygara jî, anî ziman ku divê guhartin berbi pîvanên demokrasiye ve bên kirin û him hêz û erka serok û serokkomaran, him jî hêza dewletê li hereman û saziyan cuda bê belav kirin.
"Hemû hêz di yek destekî de kom bibe, viya antî demokratîk e. Ji ber ku ew hemû hêz di destê serokkomar an jî Serok da be viya rejimeke nû ye û dîktatoriye. Em viya qebûl nakin."
Partiya desthilatdar AKP dixwaze bi piştgiriya MHPê li parlamentoyê kêmtirîn bi 330 dengî wê pêşnumeyê erê bike û bibe referandûmê, CHP û HDP jî bi nerazîbûn li dijî bi vî awayî guhartina makezagon û pergala Tirkiyeyê derdikevin. Diyar e rojeva Tirkiyê hefteya, bê bi gengeşiyên li ser vê pêşnûmeyê ve girêdayî be.
Rudaw
