• Monday, 23 February 2026
logo

Bo Hevseroka DBP Sebahet Tûncel 135 sal ceza hat xwestin

Gulan Media December 3, 2016 Nûçe
Bo Hevseroka DBP Sebahet Tûncel 135 sal ceza hat xwestin
Dozgeriya Diyarbekrê derheqê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) Sebahet Tûncel de 150 sal cezayê girtinê hat xwastin.

Lêpirsîna ku derheqê hevseroka DBPê Sebahet Tûncel de ji aliyê dozgeriya Diyarbekrê ve hatibû destpêkirin, duh bi dawî bûbû, dozgeriyê di gilînameyê de daxwaza 150 sal cezayê girtinê ji Tûncel re kiriye.

Dadgeha Adiyarbekirê jî gilîname qebûl kir lê hîn fermana dawî derheqê wê siyasetmedara kurd de nehatiye dayîn.

Sebahet Tûncel roja 5 meha borî hatibû girtin û niha di girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê de ye.Tûncel, bi hêceta ku endama PKKê ye û ji PKKê re xebat kiriye, hatibû girtin.

K24
Top