Kanada çekên nû dide pêşmerge
Cîgirê Wezîrê Berevanî yê Kanadayê John Forster ragihand; “Hikûmeta Iraqê li ser daxwaza hikûmeta Kanadayê razî bûye, ku ji bo Hêzên Pêşmerge çek bên dabînkirin. Di vê çarçoveyê de, dê di demekî nêzîk de hikûmeta Kanadayê çend curên çekan bişîne Iraqê.”
Kanada yek ji welatên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û heta niha bi gelek awayan alîkarî daye Hêzên Pêşmerge.
Di meha Sibata îsal de Wezîrê Berevaniya Kanadayê Harjit Sajjan û Fermandarê Artêşa Kanadayê Jonathan Vance daxwaz ji serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê û fermandariya Hêzên Pêşmerge daxwaz kiribû, ku pêwîstiyên xwe yên leşkerî û herwiha navê çekên di şerê li dijî DAIŞê de pêwîstin, binivîsin.
Hikûmeta Kanadayê ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir, ku li ser şandina van çekan rizamendî bide. Forster eşkere kir, ku hefteya derbasbûyî Bexda di vê mijarê de razîbûna xwe nîşan daye.
Rudaw
