14 kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin
Pêvajoya rizgarkirina kurdên êzdî ya ji destê DAIŞê berdewam e û 14 kesên din jî ji navçeya Tileferê rizgar bûn û xwe gihandine sînorên Başûrê Kurdistanê.
Ew malbata ku piştî destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsil û Telahferê rizgar bûne, behsa jiyana di bin destê DAIŞê de dikin û dibêjin, “DAIŞ li Tileferê di rewşekî gelek xirab de ye û hinek çekdarên wan otomobîlên xwe ji xwe re kirine mal. DAIŞî ji ber tirsa êrîş û bombebaranan bi berdewamî digerin û nikarin li cîhekê bimînin.”
Yek ji wan jinên ku ji destê DAIŞê rizgar bûye Hediye ye ku dibêje, “Beriya rêya Reqayê bê girtin, gelek wan malbatên xwe birin û revîn. Piştî girtina rê jî ew ên di nava Tileferê de mane ditirsin. Dema mîlîsên şîe Tilefer dane ber bombeyan her malbatek ji aliyekê ve reviya û hingî nekarîn rêya me jî bigrin.”
Jineka din a bi navê Hilwa Îbrahîm jî diyar dike, di tevahiya Tileferê de tenê malbata wan bi hev re bûye û ezidiyên din tev de pirt û belav kirine. Mala wê jî bûye cihê serdana jin û keçên êzidî û zêdetirî 30 jinan serdana mala wê kirine, pêwendiyên wan bi hev re hebûye.
Rêveberê Şaxê Duhokê ya Karêbarên Rigarkirina Kurdên Êzidî Hisên Qaidî ji Rûdawê re got; “Ji destpêka operasyona Mûsilê heta niha me karî 200 kesan rizgar bikin.”
Li gorî amaran heta niha 2 hezar û 890 kurdên êzidî hatine rizgarkirin lê li gorî temînan hê jî 3 hezar 500 kes di destê DAIŞê de mane.
Rudaw
