Li hember şaredariyên Gever û Çelê operasyon!
Li navçeya Gevera Colemêrgê polîsan bi ser mala wekîla seroka şaredariya Geverê Adîle Kozay de girt û ew desteser kirin.
Di heman demê de polîsan li avahiya şaredariya Geverê jî lêgerîn pêkanîn.
Hevseroka Şaredariya Geverê Rûken Yetîşkîn roja 15ê Mijdara 2015ê de, ji ber tawana “terorê” hatibû girtin û Adîle Kozay weke wekîla wê hatibû destnîşankirin.
Ji aliyê din ve, polîsên Tirkiyê îro danê sibê li hember şaredariya navçeya Çelê ya Colemêrgê jî operasyonek pêk anîn.
Li Çelê hevserokên şaredariyê Servet Tunç û Hîlal Duman bi tevê 7 kesên din hatine binçavkirin.
Rudaw
