Li Dêrsimê 8 endamên PKKê canê xwe ji dest dane
Sererkaniya Tirkiyê derbarê operasyonên asimanî ya hefteya borî ya li bajarê Dêrsimê geliyê Alîbogazê de daxûyaniyek nivîskî belav kir.
Sererkanî da zanîn ku, di navbera 24 û 28ê Çiriya Paşînê de li dijî PKKyê operasyonên asimanî pêk hatine û pêvçûn derketibûn.
Piştî operasyonan 8 termên endamên PKKyê hatine dîtin. Herwiha hejmarek zêde çek û teqemenî jî hatine bidestxistin.
K24
