Generalê amerîkî: Bêyî kurdan me nedikarî
Fermandeyê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM), General Joseph Votel ragihand, ku bêyî piştgiriya kurdan wan nedikarî li Sûriyê ti pêşketinan bi dest xwe ve bînin.
Di paneleke polîtîkaya derve de ku li Waşîngton a paytexta Amerîkayê birêve diçû, General Joseph Votel diyar kir ku eger wan piştgiriya Kurdan wernegirtiba, wan dê nekarîbûya li Sûriyê planên xwe bicih bikin û çendîn çalakiyan encam bidin.
Di berdewamiya axavtina xwe de Votel di derbarê Heşda Şeibî de ragihand ku fermîbûna Heşda Şebî, wê bandora Îranê ya li ser Iraqê zêdetir bike.
Votel diyar kir ku ew ji beşdarbûna hêzên Heşda Şebî ya li nava hêzên ewlekariyê yên Iraqê de bifikar in û got, ku divê Bexda vê rewşê ji nêzîk ve bişopîne.
Rudaw
