• Monday, 23 February 2026
logo

Li gundekî Derbendîxanê çekdarên nenas 2 kes kuştin

Gulan Media December 2, 2016 Nûçe
Li gundekî Derbendîxanê çekdarên nenas 2 kes kuştin
Li gundekî bajarokê Derbendîxanê yê Kurdistana Başûr, 2 welatî ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.

Îro danê êvarê li gundê Berkel ê Derbendîxanê du çekdarên nenas pêşiya otomobîlekê digirin û ji şofêrê otomobîlê dixwazin wan siwar bikin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, lê şofêr û kesê pê re ji wan çekdaran re dibêjin, rûçkê we mîna çekdarên DAIŞê ye ji ber wê jî em nikarin we siwar bikin.


Li gorî agahiyan, dema otomobîl dikeve rê, çekdar otomobîlê didin ber guleyan. Otomobîl werdigere û kesek li wir dimire, yê din jî bi fîşekên çekdaran birîndar dibe û li nexweşxanê dimire.


Hat zanîn ku cihê bûyer ji aliyê hêzên asayiş û dijîterorê ve hatiye dorpêçkirin û operasyon bo girtina wan çekdaran dest pê kiriye.

Basnews
Top