Tendirustiya Hewlêrê banga alîkariyê kir: Nexweşxane tijî bûne ji birîndaran
Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Saman Berzincî îro pênşemî 1ê Kanûna 2016ê li bajarê Hewlêrê li gel Alîakrê Wezareta Tendirustiya Iraqê Hazim Cumeylî û Nûnerê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî Mihemed Hemaşe konfranseke hevbeş a rojnamevanî da.
Di vê konfransa rojnamevanî de, Dr. Saman Berzincî ragihand: “Em rastî rewşeke dijwar hatine ji ber hatina hejmara zêde ya aware û birîndaran sivîl û serbazên birîndar ên Artêşa Iraqê, ku di encama operasyona Mûsilê de birîndar bûne û bo nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê hatine veguhastin.”
Dr. Saman Berzincî daxwaza alîkariyê ji Netewên Yekbûyî, Tendirustiya Cîhanî û Hikûmeta Iraqê kir, ku alîkariyan bidin û piştevaniya nexweşxaneyên sînorê parêzgeha Hewlêrê bikin.
Dr. Berzincî got: “Li wan sê nexweşxaneyên Hewlêrê ku ji bo birîndaran hatine dabînkirin, heta hinek caran her 3 nexweşxane tijî dibin ji birîndaran.”
Rudaw
