• Monday, 23 February 2026
logo

Fermandeyekî Pêşmerge: Hebûna PKKê li Şingalê dê karesatek din bîne serê êzîdiyan

Gulan Media December 2, 2016 Nûçe
Fermandeyekî Pêşmerge: Hebûna PKKê li Şingalê dê karesatek din bîne serê êzîdiyan
Cîgirê Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Şingalê dibêje, ji ber PKKê xelkê Şingalê nikarin vegerin malên xwe, ev yek jî dê bibe sedema karesateke din bi ser xelkê Şingalê de.

Cîgirê Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Simê Boselî, ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, hinek hêzên neyasayî li Şingal û derdora wê hene. Ew jî hemû girêdayî PKKê ne. Hebûna PKKê jî bandorê li ser avanekirin û vegera xelkê bo ser navçeyên xwe dike. Şingal axa Kurdistanê ye û ew çekdar hatine xwe bi ser xelkê de feriz kirine. Xelkê jî çendîn car bi civîn û xwepêşandan daxwaz kirine ku PKK ji navçeyê derkevin, ew jî wek çawa Hêzên Pêşmerge çûn Kobanî û piştre vegeriyan Kurdistana Başûr. Ew çekdar jî pêwîst e wisa ji Şingalê derkevin û vir nekin Qendîla duyem û karesateke din neyê serê xelkê Şingalê, lê mixabin heta niha ew naxwazin ji Şingalê derkevin, ku ew jî ne ji bo xizmetkirina xelkê hatine navçeyê, lê belê ji bo têkbirina navçeyê li vir in.

Wî fermandeyê êzîdî yê Pêşmerge her wiha gotiye, desteke derve li pişt mana PKKê li Şingalê heye, ji ber ku destê xwe xistine destê çend aliyên derve, bi taybetî jî destê xwe xistine destê Ereban li dijî xelkê Şingalê, ku destê wan ereban di karesata xelkê Êzdî de hebû, lewma divê PKK zû ji Şingalê derkeve û vegerin cihên ku ew jê hatine, da ku ji ber PKKê xelkê navçeyê rastî karesateke din nebin.

Basnews
Top