• Monday, 23 February 2026
logo

Australiya pesnê hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê da

Gulan Media December 2, 2016 Nûçe
Australiya pesnê hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê da
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 01.12.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Kristofer Langman balyozê Australiyayê li Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de Langman behsa rola welatê xwe di çarçoveya hevpaymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê kir.

Balyoz di axaftinekê de emin, aramî û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û tekîd li ser wê yekê kir ku hikûmeta Australiyayê bi giringî li têkeliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dinêre û pesnê qurbanîdanên xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna teror, parastina pêkhateyên cuda û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberên destê terorê da.
Şandeya mêvan pêngavên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê çaksaziyê, parastina mafê mirov û bi taybetî mafê jinan û avakirina civakek biîstîqrar li Herêma Kurdistanê bi pêngavên erênî û giring wesif kirin.

Nêçîrvan Barzanî, diaxaftina xwe de rola Austiralyayê di hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê û bi berdwamî alîkarîkirina Herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku wan alîkarî û wê piştevaniyê roleke mezin di serkefitnên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstan de hebû.

Serokwezîr diyar kir ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê civakî, çaksaziyên îdarî û êkonomî li ser rêyeke rast diçe, careke din takîd kir ku, kirîza rastî Herêma Kurdistanê hatiye, ji bona di berçavan re derbas kirin û peydakirina çavkaniyên din yên dahatiniyê, ji bilî neft û gazê, derfetek e.

Di civînê de behsa operasyona azadkirina Mûsilê û reaksyonên wê hat kirin û her du alî hevhizir bûn ku, tevî serkeftinên leşkerî divê di warê siyasî jî de pêşveçûn hebe, bi taybetî piştî qonaxa azadkirina Mûsilê ji bona avadankirin û parastina emin û aramiya deverê pilanên serkeftî û baş hebin.

Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re got ku, Herêma Kurdistanê dixwaze bi timamî pirsgirêkan heyî, bi rêya diyalog û danûstandinan, bi Bexdayê re çareser bike.

Her du alîyan; serokwezîrê Kurdistanê û balyozê Australiyayê yê Îraqê ji bona çareserkirina rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, peyam û destpêşxeriya serok Barzanî bilin nirxand.

Top