Pirojeyek sosret – Dixwazin kurdên êzîdî û şebek ji kurdan veqetînin!
Parlamentera kurd û endama firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê, Dr. Eşwqa Caf ji BasNewsê re got, pirojeyek ji aliyê hinek parlamenteran ve hatiye amadekirin bo wê yekê ku navê kurdên şebek û êzîdî wek du netewên cuda li ser Nasnameya Niştimanî bê nivîsandin. Lê haya Lêjneya Yasayî ya parlamentoyê ji vê yekê tine.
Dr. Eşwqa Caf her wiha got, ev piroje dê kêşe bo kurdan derxîne çimkî dema em dibêjin êzîdî wek netewek bê dîtin wê çaxê em qebûl dikin ku êzîdî ne kurd in.
Wê parlamentera kurd anî ziman, îro dixwastin li parlamentoyê bixin dengdanê lê piştî ku rastî nerazîbûna firaksoyonên Kurdistanî hat, ev mijar hat sekinandin.
Li gorî agahiyên wê endama parlamentoya Iraqê, wan ev mijar ji alîkarê ykem ê serokê parlamentoyê Humam Hemûdî pirsîne lê wî gotiye, bo vê pirojê îmze hatine komkirin. Wan jî gotine ku kurd ti carî bi vê yekê razî nabin.
Dr. Eşwqa Caf da xuyakirin ku eger tiştekî wisa were kirin, kurd tê parçekirin û ziyan li kurdan dikeve û got, eger daxwaziyekî wisa ji aliyê parlamenterekî êzîdî ve hatibe kirin divê haya Encumena Rûhanî ya Êzîdiyan jî jê hebe.
Li gorî agahiyên BasNewsê, ew piroje ji aliyê parlmaenterê şebek Henîn Qedo, ku parlamenterekî Dewleta Qanûnê ( firaksyona Nûrî Malikî) ye, her wiha ji aliyê parlamenterê êzîdî Hacî Kundûr ve hatiye pêşkêşkirin.
Basnews
