Piştî 6 salan Balyozê Îsraîlê hat Enqerê
Piştî 6 salan ji pêwendiyan di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de baş dibin. Wek nîşaneya vê jî, Balyozê Îsraîlê ku ev 6 sal in ne li Enqerê ye, vegeriya ser karê xwe.
Balyoz Eîthan Naeh, li Enqerê dest bi karê xwe kir û got, gelek kar li pêş wan hene.
Keştiya Mavî Marmara ya Tirkiyê ku xwestibû alîkariya mirovî bibe Xezaya Filîstînê ya jêrkontrola Îsraîlê, ji hêla hêzên ewlekariya Îsrailê ve hatibûn astengkirin û di êrişê de 9 welatiyên Tirkiyê canê xwe ji dest dabûn.
k24
