• Monday, 23 February 2026
logo

Pentagon: Em alîkarî nadin Heşdî Şeibî

Gulan Media December 1, 2016 Nûçe
Pentagon: Em alîkarî nadin Heşdî Şeibî
Wezareta berevaniya Amerîka derbarê biryara Parlementoya Iraqê ya nasandina Heşda Şeibî wek beşeke taybet ji artêşa Iraqê de bersiva peyamnêrê K24ê da û ragihand, ew biryareke navxweyî ye. Herwiha aşkere kir, wan heta niha ti alîkariyên leşkerî nedane Heşda Şeibî.

Berdevkê Wezareta berevaniya Amerîka Peter Cook got: “Destpêkê dixwazim bibêjim ku ew babeteke navxweyî ya Iraqê ye, lê baweriya me, ew ne dawî biryara Iraqê ye, hîn qonaxeke din maye ku bi temamî ew biryar were pejirandin.”

Cook got: “Tiştê ku dikarim bibêjim ew e, ku em berdewam dibin di alîkariya hikûmeta Heyder Ebadî. Herwiha alîkariya tevahiya hêzên di bin desthilata wê hikûmetê de emê bikin, lê ew jî aşkere ye ku em ti carî alîkariya Heşda Şeibî nakin û ev yek jî nehatiye gohartin.”

Parlementoya Iraqê roja 26 vê mehê projeyasaya Heşda Şeibî bi piraniya dengan pesend kir û perlementerên Sûne jî ew proje paykot kirin.

Basnews
Top