Albright vê carê li dijî kurdan derket
Wezîra berê ya Amerîkayê Madeleine Albright ku piştî şerê navxweyî yê li Başûrê Kurdistanê rola wê di lihevhatina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de hebû, vê carî li hemberî serxwebûna Kurdan derket.
Madeleine Albright û cîgirê berê yê George Bush yê bi navê Stephen Hadley bi hev re derbarê rewşa Rojahilata Navîn de raporek amade kirin û tê de behsa rewşa Kurdan jî dikin.
Di rapora îro hatiye belavkirin de tê xwestin ku bila rêveberiya Washingtonê helwesta xwe ya li hemberî cîhana îslamî biguhere, lê bila ya li beramberî Kurdan weke xwe bihêle.
Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin: “Serxwebûna Kurdistana Iraqê li herêmê ji çareseriyê dê zêdetir bibe sedema pirsgirêkan. Li ser sînorên Kurdistana Iraqê nakokî hene. Taybetî jî li derdora Kerkûkê kêşe hene.”
Di raporê de yek sedem jî weke nerazibûna welatên cîran hatiye destnîşankirin. Di panela rapor tê de hatî xwendin de hinek kesan piştgirî dan fikra parçekirina Iraq û Sûriyê.
Stephen Hadley jî got: “Nêrînên me di raporê de diyar kirine, ne berevajoyê nêrînên Serokê hatiye hilbijartina Donald Trump ên derbarê Rojhilata Navîn de ne.
Rudaw
