• Monday, 23 February 2026
logo

Kutleyên sunne û şîe derbarê Heşdî Şeibî de civiyan

Gulan Media December 1, 2016 Nûçe
Kutleyên sunne û şîe derbarê Heşdî Şeibî de civiyan
Fraksiyonekî sunneyên Iraqê li gel hevpeymaniya niştimanî ya şîeyan bi amadebûna serokwezîr ve, derbarê milîsên Heşdî Şeibî de civiyan.

Li gor zanyariyên bidest ketine, kutleyên hel ango çareserî yên Diyala nasnama me ye û erebiye, li fraksiyona hevpeymaniya hêzên Iraqê yên sunne de, rêkeftine li ser durxistina Usame Nûceyfî ji serokatiya hevpeymaniyê.

Piştî durxistina Usame Nuceyfî, ew kutleyane li gel hevpeymaniya niştimaniya şîeyan civiyane, ku çareseriyekê bibînin bo nakokiyên derbarê Heşdî Şeibî û piştî pejirandina yasaya taybet a derbarê milîsên Heşdî Şeibî de hatî derxistin.

Roja 26.11.2016ê parlamentoya Iraqê di rûniştinekî asayî de, bi dengên piraniya parlamenteran ve piroje yasaya milîsên Heşdî Şeibî pejirand.

Ew civîn jî di vê derbarê de, du roj berî naha bi awayekî veşartî bi amadebûna serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî de pêkhatiye.

Di civînê de, kutleyên sunne û hevpeymaniya niştîmaniya şîe li ser helbijartina kesayeteke ku tê pejirandin ê şîe bo serokatiya Heşdî Şeibî bike û kesayetekî sunne jî bo cîgirê serok ê Heşdî Şeibî rêkeftin.

Basnews
Top