• Monday, 23 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Xurtkirina şefafiyê di sektora petrol û gazê de ji karên pêşî yên hikûmetê ye

Gulan Media December 1, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Xurtkirina şefafiyê di sektora petrol û gazê de ji karên pêşî yên hikûmetê ye
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 30.11.2016ê li bajarê Hewlêrê, di merasimekê de kontiraktek digel kompaniya (Ernest &Young) ya Birîtaniyayê Îmza kir û li gor wê girêbestê ew kompanî ku, kompaniyeke profesyonal û pirnasnameye, dê pirosesa neft û gaza li Kurdistanê bi hûrgilî bişopîne.

Di merasimê de ku, hijmareke berpirsên hikûmetê û konsulê giştiyê Birîtaniyayê yê Hewlêrê amade bûn, serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de îmzakirina wê kontiraktê bi pêngavek din ya hikûmetê ya di warê peyrwkirina zêdetir şefafiyet di dahatinî û xerciyên sektora neft û gazê de wesif kir.

Barzanî diyar kir ku ew girêbest dê şefafiyê û hûrbîniya serbixwe di serktora neft û gazê de xurtir bike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku xurtkirina şefaiyê di sektora neft û gazê de ji karê pêşîne yên hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Top