• Monday, 23 February 2026
logo

ENKS piştgiriyê dide projeya Yekîtiya Ewropayê

Gulan Media November 30, 2016 Nûçe
ENKS piştgiriyê dide projeya Yekîtiya Ewropayê
Serkirdeyekî Encûma Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKD) dibêje divê kurd sûdê ji projeya Yekîtiya Ewropayê ji bo çareserkirina krîza li Sûriyê bigrin.

Yekîtiya Ewropa ji bo çarserkirina siyasî ji bo kirîza Sûriyê projeyek ku ji çar xalên sereke pêk tê amade kirye, ku yek ji wan xalan nenavendkirina Dewleta Sûriyê ye. Li gorî wê pişka kurd, elewî û xristiyanan di sîstema siyasî de tê parastin.

Serkirdeyê Tevgera Çaksazî Feysel Yûsîf dibêje ku divê kurd sûdê ji vê projê werbigrin û li gorî daxwazên xwe bi kar bînin, lê bi gotina wî pêwîstî bi yekitiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê heye û ev yek jî ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk ( PYD) ve pêk naye.

Cîgirê sekreterê El Wihdê Mistefa Meşayix ku partiya wî cihê xwe di nav partiyên Hevbendiyê de digre dibîne ku çareseriya herî rast û dirust ji kîrîza Sûriyê re ku desthelatek navendî be, lewra ew piştgiriya xwe ji bo projeya ewropiyan nîşan dide.

Serkirdeyekî Partiya Pêşverû Faris Osman ku partiya wî ne beşek ji ENKSê ye û ne jî cihê xwe di nav partiyên rêveberiya xweser de digre dibêje ku projeya Yekîtiya Ewropayê dê xizmeta kurdan bike bihtir ji ya ku Şanderê Navdewletî ji bo Kirîza Sûriyê Stafan De Mistura ragihandi bû.

Di dema ku hewldanîn navdewletî têne kirin bo çareserkirina kirîza Sûriyê piraniya çavdêrên siyasî dibînin ku garantîya mafê kurdan di Sûriyê de bi yekîtiya wan ve girêdayî ye lê heta niha aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nikarîbûn bi yek hêz û helwestê, doza mafê xwe bikin.

Rudaw
Top