Rewangeha Sûrî: Asyîşa PYD li ser hizr û nêrînên siyasî xelkê digre
Li gor daxuyaniya Rewangeha Sûrî ji bo mafê mirovan, hêzên asayîşa navxwe ku ser bi PYDê ye, li Kurdistana rojava nûnerê encûmena niştimanî ya kurd ENKSê, Hewas Egîd û berpirsê tevgera Çaksazî ya Kurd, Cedan Elî serbest berdan.
Di beşek din ya daxuyaniyê de hatiye ku heta niha hêzên asayîşê nêzîkî 35 kes desteserkirin, ku alîgirê hêzên siyasî yên kurdin û piraniyê wan jî endamê PDKSê ne, hindek, ji wan jî ser bi Partiya Yekîtiya Kurd in û tekezî dike ku girtina wan ji aliyê hêzên asayîşê ve, bi sedema nêrîn û hizrên siyasî ne.
Di dawiyê de, wê rêxistinê daxwaz ji hêzên asayîş û hêzên navxwe û berpirsên PYDê kiriye ku dawî bi wan girtina bîne û dem û dest hemû girtiyên siyasî azad bike.
