• Monday, 23 February 2026
logo

Rewangeha Sûrî: Asyîşa PYD li ser hizr û nêrînên siyasî xelkê digre

Gulan Media November 30, 2016 Nûçe
Rewangeha Sûrî: Asyîşa PYD li ser hizr û nêrînên siyasî xelkê digre
Rewangeha Sûrî ji bo mafê mirovan aşkere dike ku 35 kusên alîgirê hêzên siyasî yên kurd ji aliyê asayîşa PYDê ve hatine girtin û daxwaza serbestkirina wan dike.

Li gor daxuyaniya Rewangeha Sûrî ji bo mafê mirovan, hêzên asayîşa navxwe ku ser bi PYDê ye, li Kurdistana rojava nûnerê encûmena niştimanî ya kurd ENKSê, Hewas Egîd û berpirsê tevgera Çaksazî ya Kurd, Cedan Elî serbest berdan.

Di beşek din ya daxuyaniyê de hatiye ku heta niha hêzên asayîşê nêzîkî 35 kes desteserkirin, ku alîgirê hêzên siyasî yên kurdin û piraniyê wan jî endamê PDKSê ne, hindek, ji wan jî ser bi Partiya Yekîtiya Kurd in û tekezî dike ku girtina wan ji aliyê hêzên asayîşê ve, bi sedema nêrîn û hizrên siyasî ne.

Di dawiyê de, wê rêxistinê daxwaz ji hêzên asayîş û hêzên navxwe û berpirsên PYDê kiriye ku dawî bi wan girtina bîne û dem û dest hemû girtiyên siyasî azad bike.
Top