Li Parlamentoya Tirkiyê li hemberî kurdî bertek
Parlamentera HDPê Besime Konca li Desteya Giştê ya Parlamentoya Tirkiyê derbarê pêşniyaznameya dayî de dema ku bi kurdî axivî parlamenterên AK Partiyê bertekên xwe nîşan dan û gotin, bi tirkî biaxive.
Besime Konce piştî demekê axaftina xwe veguherî tirkî û got:
“Hikûmet axaftinên me yên tirkî fêm nake, qene ez bi zimanê xwe biaxivim.”
Parlamenterê MHPê yê Enqerê Erkan Haberal jî got: “Mafê kesî nîne ku bi mafê vî gelî dayî, zirtên lehengiya sexte bike.”
Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Mehmet Metiner jî anî ziman tirkî û kurdî ne dijmînên hev in û got, kurdî zimanî wî yê dayîkê ye.
Rudaw
