Parlamenterê CHPê: Bila federasyon bê nîqaşkirin
Parlamenterê CHPê yê Enqerê Murat Emir li Amedê pirsên Rûdawê bersivandin.
Murat Emir diyar kir ku partiyê wî ji bo çareserkirina pirsa kurdî danezaneke ji 22 xalan pêk tê amade kiriye û wiha domand:
“Em derbarê çareserkirina prisgirêka kurd de her tiştî dibêjn. Pirsgirêka kurd dê bi awayeke demokratîk çareser bibe. Bêguman divê di bin banê parlamentoyê de çareser bibe. Divê Tirkye nîqaş bike, baro baxivin, zanîngeh, parlamento baxivin. Divê medya azad be. Bi vî awayî muheqeq dê pirsgirêk çareser bibe. Em dê vê pirsgirêkê bi rêya demokrasî, wekhevî û dewleta hqûqê de çareser bikin.
Di rewşa heyî de para AKPÊ û helbet para HDPê jî heye. Divê em êdî bibînin ka hêviyên xelkê herêmê çawa hatiye şikandin. Divê em rasteqîn bin. Pêwîst e em destê xwe bixin binê kevir. CHPê destê xwe xistiye bin kevir.”
Li ser pirsa peyamnerê Rûdawê ya "CHP ji nîqaşên federasyon û rêveberiya xweserî re amadeye?” ev bersiv da:
“Ti wateya wê tuneye ku ka em ji nîqaşan re vekirine. Em dibêjn bila her tişt bê nîqaşkirin. Kî çi dixwaze bila were nîqaşkirin. Kî çi dixwaze bila bibêje. Pêwîst e siyaset bixebite û hemû astengiyên li pêşiya azadiya ramanê bêne rakirin. Pêwîst e syaset bi qesrê ve neyê girêdan.
Dema ew roj hat, em dikarin her tiştî baxivin û nîqaş bikin. Di dawiya dawî de emê li ser bingeha yekparebûna welat û pêkanîna demokrasiyê rêyekî bibînin.”
Rudaw
