• Monday, 23 February 2026
logo

KERKÛK - Operasyona Deşta Hewîceyê dest pê kir!

Gulan Media November 29, 2016 Nûçe
KERKÛK - Operasyona Deşta Hewîceyê dest pê kir!
Artêşa Iraqê ji bo kontrolkirina bi dehan gundên bakûrê navçeya Hewîceyê dest bi operasyonekî berfireh kir.

Peyamnêrê Rûdawê Neberd Husên ji bakûrê Hewîceyê ragihand; “Demjimêr 06:00ê îro danê sibê (29-11-2016), hêzên Artêşa Iraqê bi armanca rizgarkirina herêmên derdora navçeya Hewîceyê dest bi operasyonekî mezin kirin. Hêzên iraqî ber bi gundê Şayeleya Ebelî û Şeyaleya Îmam, pêşve diçin û hewla kontrolkirina gundên vê deverê didin.”

Deşta Hewîce dikeve bakûrê navçeya Hewîceya Kerkûkê, ku bi giştî 150 gund di vê deştê de hene.

Peyamnêrê me got; “Ev navçe pir giring û deverekî stratejîk e. Artêşa Iraqê dixwaze bi kontrolkirina vê herêmê, navçeya hewîce dorpêç bike.”

Deşta Hewîce herêmek bi dûrdest e. beriya hatina DAIŞê jî Artêşa Iraqê nedikarî bi rehetî kontrola van gundan bike.

Ji ber vê yekê DAIŞê kariye bi rehetî pêgeha xwe ya di van gundan de bi hêz bike. Ji ber vê yekê ev dever weke hêlîna DAIŞê tê dîtin.

Rudaw
Top