TAKê teqîn li xwe girt
TAKê ragihand, êrişa bombeyî ya ku di 24ê Mijdara 2016ê de li dijî Walîtiya Edeneyê hatibû lidarxistin, ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Guven-Harûn pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, Waliyê Edeneyê bi kêliyan ji bandora çalakiyê rizgar bûye û wiha hat gotin; “Di vê çalakiyê de xebatkarên Walîtiyê mirine û birîndar bûne. Ji vê encamê ew kesên ku li şûna bi azadî bijîn, destê xwe li ber deriyê polîtîkayên faşîstên TC vedikin, sepanînên dijî mirovahiyê yên li dijî gelê Kurd qebûl dikin berpirs in. Di vê mijarê de me çendîn caran hişyariyên pêwîst dan.”
Li gorî daxuaniya TAKê, Mûsa Ozdemîr (Gîvara Delîl) ê ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bûye, ev çalakî pêk aniye.
TAKê diyar kir, dema ber bi hedefek din diçû ketiye nav şer û got, “(Ozdemîr) li dijî bangên teslîmbûnê bi şer bûye bersiv û bi qehremanî şehîd bûye. Hevalê Tîrêj xeta berxwedanê ya TAK’ê bilind kiriye, wezîfeya mayî jî li ser şervanên din ên fedayî hêlaye.”
TAKê di daxuyaniya xwe de wiha behsa Ozdemîr kir:
“Hevalê Tirêj, sala 1996’an li navçeya me ya welatparêz a Nisêbînê ji dayik bûye. Hevalê Tirêj ku bi hestên welatparêzî mezin bûye, hê di temenê biçûk de ketiye ferqa dijmin, biryarbûna têkoşînê bi dest aniye. Ferq kiriye ku di vê sîstema dijmin de ne ji bo wî ne jî gelê wî cih nîne, sala 2010’an di nav refên Tevgera Azadiya Kurd de cihê xwe girtiye. Bi gihayîbûna xwe, giranî, cîdîbûn û coşa xwe ya jiyanê bi lez pêşxistin bi dest xistiye, di kesayeta xwe de pêşketinên mezin afirandiye. Di wezîfeyên cuda de berpirsiyarî girtiye û tevkariyên girîng bi Tevgera Azadiyê kiriye. Bi taybet jî ji ber girêdanbûyina xwe ya Serok Apo û zextên TC a faşîst ên li ser gelê Kurd, xwest ku di şerê tolhildanê de cihê xwe bigire û ji sala 2015’an û şûn de tevlî nav refên TAK’ê bûye. Hevalê Tirêj ku ji vê salê û şûn de xwe her tim bi pêş xistiye û amade kiriye, bi hêza xwe ya fikrînê û xeyalên xwe yên mezin di refên me de diyar bûye. Hevalê Tirêj ê jiyanek mezin û bi wate tevlî jiyana xwe ya kurt kiriye, 24’ê Mijdara 2016’an li Edeneyê di şer de ku bi çeteyên TC’ê re bi lehengî kiriye, şehîd bûye.
Tevahî hêzên TC’ê, burokrasiya wê ya sivîl, hevkarên wê, dê yek bi yek cezayê vê zilma ku bi serê gelê Kurd tînin bikşînin. Şervanên fedayî yên TAKê hê ji niha ve bi coşa vî şerê tolhildanê ne.
Rudaw
