DAIŞ: 2 serbazên Tirkiyê bi saxî ketin destê me
Malpera DAIŞê ya bi navê “AMAQ” (Eimaq tê xwandin) ragihandiye ku vê êvarê li gundekî bajarê Babê yê Sûriyê, 2 serbazên Tirkiyê bi saxî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine girtin.
Ajansa Sputink a Rûs jî bûyer piştrast kiriye û ragihandiye, çekdarên DAIŞê ew serbazên Tirkiyê birine bajarê Reqayê.
Heta niha ti daxuyaniyek fermî ji aliyê Tirkiyê ve derheqê revandina wan serbazan de nehatiye dayîn.
DAIŞê par 30 Îlonê jî serbazekî Tirkiyê revandibû. Ew serbaz heta niha jî di destê DAIŞê de ye.
Basnews
