• Monday, 23 February 2026
logo

Hewramî: Wezîrê Derve yê Îtalya ji me re got em şanazî dikin ku me alîkariya Pêşmerge kiriye

Gulan Media November 29, 2016 Nûçe
Hewramî: Wezîrê Derve yê Îtalya ji me re got em şanazî dikin ku me alîkariya Pêşmerge kiriye
Berpirsê têkiliyên PDKê Hêmin Hewramî dibêje, Wezîrê Derve yê îtalya gotiye, em şanaziyê bi wê yekê dikin ku me di şerê DAIŞê de alîkariya Pêşmerge kiriye.

Îro li bajarê Berlîn ê Almanya, civîna navdewletî ya asayişê dest pê kir. Di wê civînê de şandeke PDKê bi serokatiya berpirsê têkiliyên PDKê Hêmin Hewramî jî beşdar bûye.

Derheqê civînê de Hêmin Hewramî gotiye, min îro Wezîrê Derve yê Îtalya dît. Wî ji me re got ku em wek Îtalya şanaziyê bi wê yekê dikin ku di şerê DAIŞê de me alîkariya Pêşmerge kiriye.

Hêmin Hewramî her wiha gotiye, Wezîrê Derve yê Îtalya her wiha got ku dê hewl bidin têkiliyên xwe bi Kurdistanê re pêş bixin û tenê di çarçoveya şerê DAIŞê de nehêlin.

Wî rayedarê PDKê daye zanîn ku wî silav Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî jî gihandiye wî rayedarê Îtalya û ew jî pir kêfxweş bûye.

Rudaw
Top